Elif Orhan
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê de Albay Ryan Dîllon eşkere kir ku dê li Sûriyeyê "Hêza Ewlehiya Sînor" a ku dê piraniya wê ji HŞSê (paravanê PYD/PKKê) a ku dê jimara wê bigihêje 30 hezarî ava bike.
Albay Dîllon di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de got ku Koalîsyon ji bo ku 'Hêza Sînor a Sûriyeyê' ya nû bê avakirin bi HŞSyê re hevpar dixebite."
Dîllon da zanîn ku 230 kes hatin perwerdekirin û jimara hêza navborî dê bigihêje 30 hezarî.
Dîllon da zanîn ku kesên ku tevî hêza navborî bibin dê li herêmên nêzî cihê ku lê dijîn peywirdar bin û wiha axivî: "Etnîsîteya hêzê dê li gor cihê peywira wan biguhere. Dê li bakurê Sûriyeyê bêtir kurd peywirdar bin li Newala Firatê û seranserê sînorê Iraqê ber bi başûr ve jî dê bêtir ereb peywirdar bin."
Dîllon qal kir ku dê ev yek nebe pêvajoyeke îstihdamê ya nû pêvajoya perwerdeyê û destnîşan kir ku 15 hezarê artêşa ji 30 hezar kesî pêk tê ji ber ku têkoşîna dijî DEAŞê xilas dibe dê ji mensûbên HŞSyê (paravana PYD/PKKê) bên îstihdamkirin.
Dîllon diyar kir ku ji bo 15 hezar kesên din jî pêvajoyên perwerde û îstihdamê deest pê kir û parast ku PYD/PKK hê jî dora Dêra Zorê dijî DEAŞê têkoşîn dide.
- Cara ewil AAyê nûçe ragihandibû
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xist Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, CIAya teşkîlata îstixbaratê û teşekûla Qendîlê ya PYD/PKKê perwerdeya ku da 400 mensûbên rêxistina terorê temam kir.
Li gor nûçeya AAyê400 terorîst li kampa Sebahu'l Xeyr a li başûrê Hesekê û li rojhikatê Helebê nêzî bendava Tîşrînê ya li ser robara Firatê hatin perwerdekirin.
Hîndekarên CIAyê agahiyên teorîk û teknikî dan û yekîneyên daxistina hewayê û hêzên taybet ên Pentagonê bi terorîstên ku ji Qendîlê hatin perwerdeya çekan a hevpar dan.
- Maskeya "mihafizên sînor"
Ji aliyê din ve Amerîka bi navê "mihafizên sînor" hêzeke nû ava nekir.
Pentagon û CIA di bernameya navborî de yekîneyên antî-teror ên qaşê yên bi navê "YAT" ên ku rêxistina terorê di sala 2014an de ava kir û jêmanên herekata taybet ên qaşo yên ku dibêjinê "HAT" berfireh dike.
400 terorîstên ku perwerdeya taybet sitandin beşdarî teşekûlên bi navê YAT û HAT bûn.
Amerîkaya ku ji nîsana 2016an ve çek û cebilxane dide rêxistinê piştgiriya xwe ya teknolojîk jî zêde dike.
CIA û Pentagon ji bo teşekûla nû bêtêlên teknolojiya dawîn, îstasyona guhdarkirinê û ekîpmanên îstixbarata sînyalê dide PYD/PKKê. Dîsa pisporên ji Amerîkauê perwerdeya ekîpmanan didin.
Çavkaniyên ku ji AAyê re axivîn gotin ku rêxistina terorê ji bo vê teşekûla ku bi bernameyên Pentagon-CIAyê bi navê "mihafizên sînor" hat berfirehkirin dibêje ku "Artêşa Bakur".
Çavkaniyên li herêmê destnîşan dikin ku gotina "bakur" ji bo ku di birêvebiriyeke xweser a muxtemel a ku dê di dahatûyê de bi rejima Esed re bê muzakerekirin de bê parastin bi taybetî hat hilbijartin.
Tê payîn ku ji sedî 70yê teşekûla nû ji PYD/PKKyiyan pêk bê.
Hêmanên bingehîn ên hêza nû ya ku Amerîkayê di nav rêxistinê de berfireh kir ekîbên ku demek dirêj e bi Hêzên Taybet ên Amerîkayê re dixebitin û operasyonên hevpar dikin.
Tê payîn ku teşekûla ku dê bi navê "artêşa Bakur" derkeve holê hêmanên rêxistinê yên mobîlîze yên biçûk ên ku kontrola wan dijwar e wisa rêxistin bike ku bi artêşên bi rêk û pêk re bikare şer bike.
Bi vê rewşa xwe "Artêşa Bakur" ji bo rêxistina terorê di rêya ku bibe artêşeke bi rêk û pêk pêngavên dawîn in.
- Li sînorê Tirkiyeyê bi cî dibin
Hêza "Artêşa Bakur" a ku amerîkayiyan li Heleba Rojhilat û Hesekeya Başûr perwerde kir di merhaleya ewil de dê li Kobanê, Til Ebyad, Resuleyn û Malikiyeya ku dagir kiriye lê bi rejimê re li xeta sînor cî digire bi cî bibe.
Ev cihên girêdayî Helebê ji ber ku li sînorê Tirkiyey dinêrin balê dikşînin.
Terorîstên ku Pentagon, CIA û kadroyên Qendîlê hevparî perwerde kirin axên di bin kontrola rejimê de bi kar tîne û ji rojhilatê welêt dikare ku sewqî navçeya Efrînê ya li sînorê Tirkiyeyê bike.