08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
HEWLÊR
Komîserê Bilindê Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad Huseyn anî ziman ku pêdiv e hikûmeta Iraqê, bi mebesta ku îsbat bike ku parêzvanê sivîlan e, raporên ixlalên mafan yên gelê Feluceyê ku ji ber DAEŞê reviyabûn, bişopîne.
Huseyn li Navenda Nûçeyan ya NYê der barê rewşa sivîlên ku li Feluceyê asê mane civîneke çapemeniyê li dar xist. Di hinek raporên weşandî da, tê destnîşankirin ku mirovên ji destê DAEŞê filitîne û derbasî wî aliyê din bûne, rûbirûyê êrîşên fizîkî bûne.
Huseyn cih da îfadeyên şahidhalan û wiha domand, "Şahidhal tînin ziman ku ew çekdarên ku piştgiriya hêzên ewlekariya Iraqê dikin, dikevine pêşiya wan kesên ku ji şer û pevçûnan direvin û zilam û xortan ji jin û zarokan vediqetînin û piştra bi mahneya lêgerîna ewlekariyê wana binçav dikin. Di ser da hindek caran zêdeçûnê dikin û bi êşkencedanê dixwazin li xwe mikur werin ku şirîkê sûcan in. Jixwe hinek îdia jî hene ku beşek ji wan kesên girtî, ji aliyê çekdaran va hatine dardakirin."
Huseyn destnîşan kir ku girtina wan kesan ji aliyê çekdaran va dervayî qanûnê ye û got "Ji ber vê yekê, pêdiv e hikûmet pesend bike ku ew kesên girtî, bi şiklekî ewle serbest hatine berdan yan jî teslîmî wan hatine kirin."