09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
NEW YORK
Li New Yorka DYAyê li kuçeya stadyûma li Manhattanê ya ku boksorê efsanewî Mihemed Elî lê pêşbirkên xwe dikir, tabelaya ku navê Mihemmed Elî li ser e daliqandin.
Aktîvîstê misilman ê dijî nijadperestiyê û şampiyonê efsanewî Mihemed Elî yê ku yek ji wan Amerîkayiyan e ku di dinê da herî zêde navdar e, li DYAyê bi rêzdarî tê bibîranîn.
Madison Square Gardena ku gelek pêşbirkên Mihemed Elî lê derbas bûn a li ser kuçeya 33yemîn li quncê hêla stadyûmê yê ku digihêje kolana 7an, tabelaya "Muhammad Ali Way" daliqandin.
Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio bi minasebeta daliqandina tabelayê daxuyaniyek da û wiha got, "Mihemed Elî li rîngê û dervayê rîngê tu wextî dev ji têkoşînê berneda."