Önder Beyter
08 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ANKARA/HELEB
Heftê hezar kes ji ber êrîşên Beşar Esed û hemleyên asîmanî yên Rûsyayê yên ku hefteya borî li Helebê gur bûn, revîn û koçî deverên ewledar kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên herêmê wergirt, piştî ku Rûsya û Esed êrîşên xwe li korîdora di navbera Tirkiye û bajarê Helebê da gur kirin, nêzîkî 40 hezar kesî ji gundên Mersite, Hayyan, Til Cibin, Rityan, Kefer Naya, Hirdeteyn, Dêr Cemal, Mayîr, Îhrîs û Kefer Nasih ber bi Azezê koç kirin. Li deverên navborî êrîşên ûris dewam dikin.
Hêzên rejimê 5 roj berê li bajarokên Nubul û Zehrayê korîdora muxalifan şikandibûn û bajarok kiribûn destê xwe. Li ser vê geşedanê pêwendiya navenda bajarê Helebê û Tirkiyeyê qut bibû. Tê destnîşankirin ku bêtirî 10 hezar sûriyeyî yên ku ji Azezê koç kirin, vêga li ber deriyê Babê Selam a li hemberî Kîlîsê disekinin. Ev derî, li hemberî deriyê sînor ê Oncupinarê yê aliyê Tirkiyê ye. Tirkiye û dezgehên navneteweyî yên xêrxwaziyê li ser xeta sînor, sivîlan li kampan bicih dikin.
Ji ber têkçûna korîdora mirovî ya di navbera Heleb-Tirkiyê da nêzîkî 30 hezar kesên ku ji êrîşên Rûsya û Esed ditirsin, ji Anadan, Hirreteyn, Beyyanûn û Kefer Hamrayê berê xwe dan rojavayê Helebê.
Tê texmînkirin ku armanca vê gavê ya hêzên Esed, bi piştgiriya hemleyên gur ên asîmanî ên ûris va bi temamî dorpêçkirina navenda Helebê ye. Seba vê jî li bendê ne ku Rûsya û Esed bi awayekî xurttir êrîşî Azez û rojavayê Helebê bikin. Heger ev rewş biqewime, ji van deveran îhtimala koçkirina nêzîkî sed hezar kesî heye.