NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Di çarçoveya çalakiyên ku bi minasebeta “Sala Hevkariya li gel Gelê Filistînê ya NY” hat li darxistin de danîşana fîlma dokumenterî ya bi navê “5 Kamerayên Şikestî” ya ku der barê jiyana gelê Filistînê yê di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye bi beşdariya yek ji derhênerê dokumenterê Îmad Burnat ve li NY hat kirin.
Ev fîlma dokmenterî ji pêşbirkên navneteweyî gelek xelat wergirt û ji bo Xelata Oscarê jî wekî namzet hat nîşandan. Mijara vê dokumenterê, jiyana rojane ya gelê Filistînê ya di bin dagirkirina Îsraîlê de û jiyana zarokan a di bin dengê gulle û çavdêriya leşkerî de ye.
Piştî danîşana fîlmê, Burnat pirsên dîplomat, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û yên temaşevanan bersivand û got ku dokumentera me li her welatê ku pêşandana wê tê kirin bi eleqeyeke mezin tê şopandin.
Burnat got, mirovên ku li welatên Ewropa û NYyê dijîn, di gel ku kêşeya Filistînê gelekî dibihîzin jî, lê bi qasî ku tê hêvîkirin fêm nakin. Herwiha bi vê fîlmê me xwest ku em jiyana li ser axa ku hatiye dagirikirin raxin ber çavan û bi wan bidin hîskirin. Burnat qal kir ku kişandina fîlma “5 Kamerayên Şikestî” bi tevahî ji 6 salan zêdetir domand.
Piştî danîşana fîlmê, Çavdêrê Daîmî yê Filistînê yê NY Riyad Mansur axivî û wiha got: “Sala 2014an ji aliyê Lijneya Giştî ya NY ve wekî “Sala Hevkariya li gel Gelê Filistîn”ê hat îlankirin. Em ji ber piştgiriya ku civaka navneteweyî û saziyên NY didin me, spas dikin.”