HELEB
Li Kobanêya navçeya Heleba Sûriyeyê şerê di navbera komên kurd û DÎŞIyê de didome.
Li gor agahiyên ku hatin hildan pêşmergeyên ku piştgiriyê didin komên kurd, bi çekên giran ve top û hewanan dibarînin ser hedefên DÎŞIyê.
Ji fermandarê pêşmergeyên li Kobanêyê Ferhat Evdila daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku têkoşîna bi DÎŞIyê re dewam dike, her du alî jî carna topên hewanê di ser hev de dibarînin û şerê li kuçeyan jî didome.
Evdila destnîşan kir ku pêşmerge wan çekên giran ên ku bi xwe re anîbûn li dijî DÎŞIyê diemilînin û wiha pê de çû: "DÎŞIyê duh êvarê li rojhilat û rojavayê Kobanêyê êrîşî ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir. Di berhevdanê de DÎŞI têk çû û ji wan gelek kes mirin. Balafirên hêzên koalîsyonê jî êrîşî ser herêmên ku DÎŞI lê bi cih bûne kirin, gelek milîtanên rêxistinê mirin."
Fermandarê DÎŞIyê der heqê têkoşîna ku li Kobanêyê dijî DÎŞIyê tê dayîn de got: "DÎŞI ji bo ku Kobanêyê bidest bixe her tim hêzên teqwiye tîne. Lê em vê fersendê nadin wan. Di destê wan de çek û cebilxane zêde nema. Em û YPG ji bo êrîşeke mezin bibin ser DÎŞIyê amadehiyan dikin. Artêşa Sûriyeya Azad jî piştgiriyê dide me. Ez dikarim bibêjim ku mizginiya ku Kobanê ji DÎŞIyê paqij bûye nêz e."
Evdila ragihand ku di koma duyemîn a pêşmergeyên ku derbasî Kobanêyê bûn de mirî û yan jî birîndar tunene.
Fermandarê giştî yê koma pêşmergeyên ku ji Kobanêyê vegeriyan Hewlêrê, Mîralay Ehmed Gerdî jî got: "Ji sedî 50yê Kobanêyê niha di bin kontrola pêşmerge û YPGê de ye. Beriya ku pêşmerge biçin ji sedî 70ê yê Kobanêyê di destê DÎŞIyê de bû. Piştî ku em çûn wê derê me DÎŞIyê ji wê derê piçek dûr xist. Şer û pevçûn di kuçeyan de dewam dike û ji ber vê jî em nikarin zûtir pêş ve herin. Cihên ku DÎŞI jê vedikişe jî bi tevahî hilişiyaye. Ji ber şer û bombebarandinê pirê mal û xaniyan bi erdê ve zeliqîne. Şer biqede jî tu kes nikare li vê derê rûnê. Ji bo vê yekê demeke dirêj lazim e."