ŞANLIURFA
Pêwîstiya xurekê ya kampa ku li Sirûcê bi piştgiriya Herêma Kurdistana Iraqê va hat avakirin, bi destê Kizilaya Tirkan va tê pêkanîn.
Penabarên kurd ên ku ji ber pevçûnên li Kobanêyê xwe sipartin Tirkiyeyê di konjbajaran da dijîn. Konbajara li Sirûcê bi destê Herêma Kurdistana Iraqê du meh berê hat vekirin û Şaredariya Mezin a Rihayê û Şaredariya Sirûcê jî piştgirî da.
Di kampê da nêzî 5 hezarî penaber dijîn û pêwîstiya xurekê ya kampê bi destê Kizilaya tirkan va tê pêkanîn. Hin saziyên civakî yên sivîl jî piştgiriyê didin kampê.
Berpirsiyarê kampê Mehmet Kayhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di kampê da 500 kon hene.
Kayhan diyar kir ku hewl didin da ku kêmasiyên penaberan çareser bikin û wiha got: "Kizilaya Tirkan jî alîkariya xurekê dide kampê. Ji xeynî vê welatiyên xêrxwaz jî amûrên paqijiyê û alîkariya xurekê dikin."