HEWLÊR
Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rabîaya bajaroka Mûsilê û gundê Mehmûdiyeyê ji destê DÎŞIya rêxistina terorê rizgar kir. Fermandarê Lîwaya 8emîn a Hêzên Pêşmergeyan Haşim Sîteyî got ku me kontrola bajaroka Rabîayê ya ku ev demek e di destê DÎŞIyê de bû, bi temamî bi dest xist.
Sîteyî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di pevçûnan de ji me tu kes nemir û diyar kir ku dest danîn li ser gelek çekên giran û teqemeniyên ku dema DÎŞI reviya li pêy xwe hiştin. Sîteyî got ku "Em li hember îxtimala dibe ku sniperên DÎŞIya rêxistina terorê li hawirdor hebin, bi baldarî tevdigerin. Em heta ku herêmê ji bombe û sniperan paqij nekin dê pêş ve neçin. Em dê Zûmmarê jî ji destê terorîstan xilas bikin."
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmergeyan Helgûrd Hîkmet jî daxuyaniyek da û diyar kir ji bo ku dorpêçkirina Kobanêyê bişkînin û arîkariya Kobanê bikin li Zûmmar û Rabîaya di navbera sînora Iraq û Sûriyeyê de operasyonên li ser milîtanên DÎŞIyê dan destpêkirin. Hîkmet wiha axivî: "Me heta niha 30 cih ji destê rêxistinê xilas kirin. Armanca operasyona hêzên me yên pêşmergeyê ew e ku tehdeya rêxistina terorê ya li ser Kobanêyê kêm bike. Her wiha dîsa armanca me ew e ku em herêmên ku ev demek e di destê rêxistinê de ye paş ve bistînin."
Hîkmet diyar kir ku li herêmên li sînora Sûriye û Iraqê sibê zû pêvçûnan dest pê kir û pevçûn hê jî berdewam dikin. Hîkmet axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hêzên me yên pêşmergeyan li herêmên Rabîa û Zûmmarê li hember DÎŞIya rêxistina terorê bi berfirehî operasyona bejayî da destpêkirin. Me gundên Mehmûdiye û Sadiyeyê yên li bakurê Zûmmarê kontrol kir. Ez wisa difikirim ku di saetên pêşiya me de em dê bêtir pêş de biçin."
Herêmên Zûmmar û Rabîayên li ser sînora Iraq û Sûriyeyê ji hêla erdnîgariyê ve xwediyê cihekî taybet in. DÎŞIya rêxistina terorê demek beriya niha kontrola herêmeke berfireh a li van deran bi dest xistibû. Li vê herêmê hêmanên YPGyê jî car carna piştgiriyê didin pevçûnên di navbera hêzên pêşmergeyan û DÎŞIyê de.