03 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
HEWLÊR
Sîrwan Barzaniyê Fermandarê Eniya Mexmur û Guwerê ya ku girêdayî Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê daxuyand ku pêşmergeyê li deşta Mûsilê cihên ku ji destê DAEŞê hatine xilaskirin, dernekevin.
Barzanî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev du sal in ew ji bo ku wan herêman ji destê DAEŞê bistînin, têdikoşin û wiha axivî: "Hêzên ku ji me dixwazin em paşve vekişin dikarin bi xwe vekişin. Lê ji bo ku em wan herêman paşve hildin me gelek bedelên mezin dan. Pêşmerge wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin, lê hûrgiliyên der barê navenda bajêr da hê nehatine axaftin. Heke em bi aliyan re li ser maseyê rûnên û hevdîtinê bikin, em ê şertên xwe ji wan re bibêjin. Em ê bê şert nekevin navenda bajêr."
Barzanî got ku pêşmerge û artêşa Iraqê heta niha bi hev re li hember DAEŞê operasyoneke hevpar nekirine, lê li bakur û bakurê rojavayê Mûsilê wê bi hev re tevbigerin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê hefta borî daxuyandibû ku pêşmerge wê ji deşta Mûsilê cihên ku ji destê DAEŞê hatine xilaskirin, derkevin.