NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Urdunê pêşnûmaya Filistînê, ku di kordînasyona welatên Ereban de hat amadekirin, bi awayekî fermî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Li gor pêşnûmayê tê xwestin ku Îsraîl heta dawiya 2017an ji axa Filistînê ya ku dagir kiriye derbikeve.
Pêşnûma piştî ku li Navenda Neteweyên Yekbûyî ya New Yorkê di navbera welatên Ereban de bi saetan hat mizakerekirin û ji paytextan hat erêkin, radestî Konseyê hat kirin. Divê 24 saet li ser re derbas bibe ku ji bo pêşnûmayê deng bê dayîn.
Divê Urdun daxwazê bike ku ji bo pêşnûmayê dengdayîn çêbibe. Li ber konseyê gelek biryarên pêşnûmayê hene ku hê ji bo wan dengdayîn çênebûye.