ANKARA
Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk: "Pêvajoya çareseriyê di bûyerên li Hewlêr, Kobanê û Rojavayê de nayê asêkirin."
Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk der barê pêvajoya çareseriyê û rojevê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê di dema hikûmeta AK Partiyê de ji holê rabûn.
Çelîk destnîşan kir ku nîqaşan ewil di meclisê de dest pê kir û wiha axivî: "Dema ku di meclisê de nîqaşan dest pê kir, di koma AK Partiyê de yek ji yên ku li ser vê meseleyê axivîn, ez bûm. Paşê wek Projeya Yekîtî û Biratiyê ya Neteweyî û pêvajoya çareseriyê dewam kir."
Çelîk diyar kir ku pêvajoya çareseriyê di bûyerên li Hewlêr, Kobanê û Rojavayê de nayê asêkirin.
Çelîk diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi rêya zagonê êdî di bin mekanîzmaya dewletê de ye û wiha axivî: "Divê parlementerên HDPyê wek siyasetmedar zimanekî hesas biemilînin û vê meseleyê nekin meseleya gefxwarin û bazarê."
Çelîk der barê penaberên kurd ên ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibin de jî wiha got: "Barekî giran ê însanî li ser pişta Tirkiyeyê ye û wiha got: "Îdiayên ku dibêjin Tirkiye alîkariya DÎŞIyê dike jî derew in, ne exlaqî ne û propagandayên kirêt in."