Wezîrê Xebatê û Ewlekariya Civakî Farûq Çelîk li Bursayê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, beriya Cejna Qurbanê der heqê tezmînata qidemê de em bi karker û kardêran re axivîn û me rewş nirxand.
Çelîk qala xebatên di vî warî de kir û got em bi telîmata Serokwezîr Receb Tayyîb Erdogan hewl didin ku di vê mîjarê de lihevkirinek çêbe. Wextê me pir nema. Cotmeh qediya û ger ku lihevkirinek çêbe em ê meha mijdarê de mijarê pêşkêşî Serokwezîr bikin, ji wir jî bişînin meclisê. Ger ku lihevkirin çênebe, wê li benda pêvajoyeke din bimîne.
Çelîk diyar kir ku ji bo ev mesele çareser be bar hildane li ser milê xwe û wiha pevivî: "Ez li vê derê eşkere dikim ku yên niha tezmînata qidemê heq kirine wê bistînin, em li pey wê nînin ku wan ji heqê wan mehrûm bikin. Em dibêjin ku ev pergala tezmînata qidemê wiha nameşe. Tu niha di nav pergala tezmînatê de yî, tu dewam bike. Heta ku teqawûd bibe karê me bi wî welatiyî re tuneye, bes divê ku em pergalê dîsa ji nû ve saz bikin. Lewra kardêr îflas dike. Hezar karker tên cem te dibêjin ji teqawûdbûna min re mehek maye. Piştî mehekê ez ê teqawûd bibim bes ez nikarim tezmînata xwe bistînim lewra kargeha min top avêt.' Hûnê niha çi bikin? Ji vî welatiyî re hûnê çareseriyeke çawa bibînin? Ev welatî nikare heqê 30 salên xwe bistîne. Ji ber vê çendê ev wiha dewam nake."