Sevim Hatun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
XEZE
Hat ragihandin ku li Şerîda Xezeyê ji ber qedexeya derketina derveyî welêt, kar û barên sewqkirina zarokekî filistînî yê nexweş hat sekinandin, zarok li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin mir.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezeyê Eşref el-Kudra bi daxuyaniyekê nivîskî wiha ragihand: "Yûsif el-Axayê ku hê du salên xwe tijî nekiriye, li Nexweşxaneya Er-Rantîsî ya Xezeyê wefat kir. Ji ber ku karûbarên sewqkirina zarok hat rawestandin zarok mir."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo tedawiyê destûr nedan Axa li derveyî welêt bê tedawîkirin û mir. Herwiha hejmara zarokên ji ber vê qedexeyê mirin derket 72yan.