Nihat Kavşut
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Qesra Sipî pêşniyaza referandumê ya Vladîmîr Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê ku ji bona tayînkirina pêşeroja rojhilatê Ukraynayê tê xwestin qebûl nake.
Garrett Marquîsê Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê diyar kir ku di nav peymanên rêvebiriyên Rûsya û Ukraynayê da ku li ser çareserkirina pirsgirêka Donbasa herêma li rojhilatê Ukraynayê hatine çêkirin terciha referandumê tuneye.
Marquîs destnîşan kir hewldanên ji bona çêkirina "referanduma qaşo" meşrû nînin.
Anatolî Antonovê Balyozê Washingtonê yê Rûsyayê destnîşan kiribû di civîna Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Pûtîn da ku li Helsinkiyê hat kirin pêşniyaza li rojhilatê Ukraynayê referandum bê kirin hatiye gotûbêjkirin.
Donbasa herêma Ukraynayê di destê cudakarên nêzî Rûsyayê da ye. Cudakarên nêzî Rûsyayê li herêmên Donetsk û Luganskê qaşo desthilatdarî îlan kirine û ji sala 2014an vir va di navbera hêzên Ukrayna û cudakaran da pevçûn didomin.