Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2018
NABLUS
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn da eskerekî ku di artêşa Osmaniyan da cih digirt pereyê xwe bi potikekî pêça û emanetî malbateke esnaf a navdar ya ji Nablûsê kir û ew pere ji wê rojê heta niha hê jî tê parastin.
Eskerê Osmanî yê wê demê ku ji Filistînê sewqî eniyeke din tê kirin hemû pereyê xwe yê berhevkirî dike nav potikekî û li bajarê Nablûsê teslîmî esnaf Ruştu Efendî dike.
Ruştu Efendî wî pereyî wek emanet hildaye û eskerê Osmanî jê ra gotiye "dema ez rojekî vegerim ez ê hildim" û li ser vê wî jî pere helandiye û wek emanet ji neviyên xwe ra hiştiye.
Neviyên Ruştu Efendî jî heta îro mîna malê xwe li wî pereyê emanetê 103 sal derbas bûye xwedî derketine.
Ew eskerê ku pere emanet kiriye qet venegeriyaye Filistînê lê pereyê wî yê emanet heta îro bi heman malbatê ra li benda wî hatiye sekinandin.
Cara ewil AAyê çîroka wî pereyê emanet ê ku li bajarê Nablûsê ye derxist meydanê.
Ew pereyê heyama Osmaniyan ê ku niha di destê malbatê da emanet e bi pereyê îro 140 hezar lire dike.
Li gorî gotina mensûbên malbatê ew pere ji ber ku malê emanet bûye heta îro nehatiye jimartin da ku çiqas e.
Ragip Hîlmî Alûl ê biraziyê Ruştu Efendî ku li bajarê Nablûsa wek xwîşka bajarê Şamê tê zanîn dimîne li ser israra nûçegihanê AAyê cara ewil wî pereyê emanet jimart.
Ji nivîsên li ser pere tê fehmkirin ku ew di heyama Siltan Mehmed Reşad da hatine çapkirin û niha ew wek banknot ji 10 heb nîv lire, 117 heb yek lire û 5 heb jî pênc lireyan pêk tên.
Pereyê heyama Osmaniyan ê ku 152 lire digire bi pereyê îro bi qasî 140 hezar lireye.
Alûl destnîşan kir ku ew hêjî mîna çavên xwe li vî pereyê emanet xwedî derdikevin û mensûbên malbatê yên ku niha her yek ji wan li cihekî dinyayê ye car caran tên û dixwazin li çîroka vî pereyê emanet guhdar bikin.