Esra Taşkın
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 09 Nîsan 2025
Li Parîsa paytextê Fransayê, alîgirên Filistînê xwepêşandan li dar xist û bang kirin ku jenosîda Îsraîlê ya li Xezeyê bê rawestandin.
Li Parîsê alîgirên Filistînê yên li nêzîkî rawestgeha metroyê ya Barbes-Rochechouartê hatin cem hev, êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê protesto kirin.
Çalakvanên alayên Filistînê bilind kirin, durişmên "Ji Xezeyê heta Parîsê rê ji faşîzmê ra tuneye" û "Bijî berxwedana gelê Filistînê" hatin berzkirin.
Hin çalakvanan jî tîşortên bi nivîsa "Stop genocide in Gaxa" (Li Xezeyê jenosîdê rawestînin) li xwe kirin.
Xwepêşandêran bang kirin ku eskerên Îsraîlî yên bi eslê xwe Fransî ne û di artêşa Îsraîlê da peywirê dikin bira ji welatîbûna Fransayê bên derxistin û her wiha bangewazî kirin ku jenosîda hikûmeta Tel Avîvê ya li Xezeyê bê rawestandin.
Çalakvanan her wiha bal kişandin ku Peymana Hevkarbûnê ya di navbera Yekîtkiya Ewropayê û Îsraîlê da avantajên bazirganî yên giring ji hikûmeta Tel Avîvê ra dabîn dike û lewma xwestin ku peyman bê ragirtin.