Önder Beyter
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 19 Tebax 2020
Serokê Yekîtiya Alimên Misilmanên Dinyayê Ehmed er-Raysûnî diyar kir ku peymana asayîbûnê ya Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) tê wateya xelatkirina qatilan.
Raysûnî di vîdeoya ku ji ser malpera înternetê parve kir da diyar kir ku asayîbûna bi Îsraîlê ra tê wateya cihgirtina li kêleka zaliman û lewma jî bangî welatên Ereb û Îslamê kir ku li dijî vê derkevin.
Raysûnî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a hebûna siyonîst (Îsraîl) ku bi darê zorê li xaka Filistînê hat bicihkirin, ew e ku nikare bi welatên Ereb û Îslamê ra asayî bibe û wiha dewam kir:
"Asayîbûn tê wê wateyê ku Îsrailî tên rûmetkirin, bi wan ra hevkarî tê kirin, deriyên aborî, çandî û turîzmê li wan tên vekirin û bi hêsanî dikarin di nava kesên ku dest danîne ser welatê wan û ew bêstar hiştine, bigerin."
Raysûnî bal kişand ku vê axiriyê serokên hin lîderan di mijara asayîbûna digel Îsraîlê da gav avêtin, lêbelê gelê van welatan dijî vê yekê ne û wiha dewam kir, "Asayîbûn, xelatkirina qatil, sûcdar, dizek, êrîşkar û xespkaran e û vekirina deriyan li ber wan e. Yê ku bêje ez Misilman im nikare vê yekê bike."
Raysûnî diyar kir ku gel li dijî asayîbûnê ne û lewma jî ev yek delîl e ku Îsraîl dê ji holê rabe.