ANKARA
Rayên ku ji bo hilbijartina serokomariyê li derveyî welêt hatin dayîn, bi balafireke taybet ve anîn Tirkiyeyê.
Li derveyî welêt ray dayînê di 31ê tîrmehê de dest pê kiribû. Piştî ku raydayîn xilas bûn, rayên ku hatin dayîn, bi balafireke taybet ve anîn Tirkiyeyê.
Rayedaran li Balafirgeha Esenbogayê ray teslîm hildan, li tiran bar kirin û bi tîmên polêsan ve birin depoya ATO Congresîumê.
Ray dê heta 10ê tebaxê li vir bên veşartin û roja ku ray dayîna li Tirkiyeyê xilas bû ev ray jî dê bi van rayan ve bêne hilbijartin.
Li 54 welatan, li 103 nûnertiyan sandoq hatibûn amadekirin ku 2 milyon 783 hezar 660 kes rayên xwe bi kar bînin.
Seroka Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Derveyî Welêt, Hakim Melîha Aykaç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) tevdîrên baş hildane ku ray baş bên veşartin ku tişte bi rayan neyê.
Aytaç wiha axivî:
"Sandoqên rayan, li Esenbogayê bi refaqata xebatkarên ewlekariyê ve anîn navenda ATOyê ku li vir bên veşartin. Nifteya depoyê li cem min e. Heta roja hilbijartinê dê bi hesasî bên veşartin. Roja hilbijartinê di saet 17.00an de jimartina wan dê dest pê bike. Heta roja hilbijartinê xebatkarên ewlekariyê dê nobedariya rayan bikin. Xebatkarên partiyan jî heke bixwazin li ber depoyan dikarin nobedariyê bigrin."