Turmen di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku wî ji HDPyê pêşniyaza namzediya serokomariyê wergirt. Turmen wiha got: "Min li gel hevalan jî xeberda, ez ji ber vê teklîfê serbilind im."
Turmen bal kişand ku wî di CHPyê de dest bi siyasetê kir û ji bo ku têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bide beşdarî CHPyê bû. Turmen got ji îro û şûnde rastir e ku ez di nava refên CHPyê de vê têkoşînê dewam bikim û wiha pê de çû: "Ji bo zêdetir azadî, demokrasî û demokrasiya civakî berxwedaneke CHPyê heye."
- "Ji bo min rûmetek e"
Turmen bi dubare anî ziman ku pêşniyariyeke wiha ji bo wî rûmetek e û ji ber vê jî spasiya xwe ji avakerên HDPyê re dike û her wiha Turmen got, li gel vê min bersiva neyînî da wan.
Li ser bibîrxistina ku ji bo namzediya serokmariyê navê wî di nava CHPyê de jî derbas bû, Turmen got di nava partiya wan de jî piştevanên wî hene û wiha dewam kir: "Ji bo namzediyê navê Ekmeleddîn Îhsanoglu hat eşkerekirin û divê li hemberê vê jî rêz bê grtin."
Li ser pirsa, "Gelo HDPyê çima xwest we wekî namzed nîşan bide?" Turmen wiha bersiv da: "Der heqê van mijaran de nêrînên me û yên HDPyê nêzê hev in. Dema ku em dibêjin azadî, demokrasî, wekhevî û piralî nêrînên me û yên HDPyê kêm zêde li ser xetekî ne."