28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
WASHINGTON
Nivîskarê Amerîkî Roy Gutman der barê sazumaniya PYD/PKKyê ya li bakurê Sûriyeyê de got: "Li hember gelek delîlan him rêvebiriya Obama û him jî ya Trump îdia kirin ku serokên Kurd ên payebilind ên HSDyê ji PKKyê cuda ne. Hêzên Kurd ên ku li bakurê Sûriyeyê û Efrînê kontrolê hildane destê xwe şaxên PKKyê yên li Sûriyeyê ne. Bi daxwaza artêşa Amerîkayê YPGyê navê xwe guherandiye û kiriye HSD. Hemû hêzên di binê vê banê de ne hesabê didin PKKya li Qendilê."
Li ser malpera nûçeyan a Daily Beastê ya ku li Amerîkayê weşanê dike bi navê "Raza qirêj a Amerîkayê ya li Sûriyeyê: Bi Esed ra îtifaqa defacto" gotarek hat weşandin.
Gutman di gotara xwe de behsa hevkariya PYD/PKKyê û Amerîkayê ya li Sûriyeyê kir û got bi operasyona Efrînê va hêzên PYD/PKKyê hatine dorpêçkirin û wiha dewam kir: "Hêzên Kurd ên ku Amerîka li Sûriyeyê ji bo têkoşîna DEAŞê bi wan re dixebite li hember Tirkiyeyê hewl dan ku şer bikin û niha ji bo alîkariyê çavê xwe kutane rejima Şamê."
- Hevkariya PYD/PKK û Esed
Gutman destnîşan kir bi operasyona Efrînê va rastiyeke Pentagonê ya ku demeke dirêj e dixwest veşêre derketiye holê û wiha got: "HSDya ku serkêşiya wê Kurd dikin û Amerîka ji ber têkoşîna DEAŞê pişta xwe dispêra wê bi rejima Beşar Esed re hevkariyê dike."
- "Hesabê didin Qendilê "
Gutman di gotara xwe de wiha got: "Li hember gelek delîlan him rêvebiriya Obama û him jî ya Trump îdia kirin ku serokên Kurd ên payebilind ên HSDyê ji PKKyê cuda ne. Hêzên Kurd ên ku li bakurê Sûriyeyê û Efrînê kontrolê hildane destê xwe şaxên PKKyê yên li Sûriyeyê ne. Bi daxwaza artêşa Amerîkayê YPGyê navê xwe guherandiye û kiriye HSD. Hemû hêzên di binê vê banê de ne hesabê didin PKKya li Qendilê."
Gutman anî zîman di sala 2012an da rejima Esed gelek herêmên bakurê Sûriyeyê teslîmî hêzên Kurd kir û bal kişande ser hevkariya PYD/PKK û rejima Esed.
Di gotarê de Gutman behsa desthilatiya PYDyê ya li Sûriyeyê kir û wiha nivîsand: "Ji herêmên destê kontrola PYDyê de ne herî kêm nîv milyon kesî koçî bakurê Iraqê kir. Bi sed hezaran kes jî reviyan çûn Tirkiyeyê û Ewropaya Rojhilat. Heta wisa ku rayedarekî Wezareta Karên Derva yê berê yê ku di dema Obama de wezîfedar bû ji bo rêvebiriya PYDyê ya li herêmê gotibû dewleteke totalîter a biçûk e."