Önder Beyter
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed li Sûriyeyê bereskê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya "agirbesta mirovî a ji bo mehekê" li dijî şûnwarên li Îdlibê êrîşên asîmanî pêk anîn. Di êrîşan da 4 sivîl hatin kuştin, 6 jê jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîlên Îdlibê Mistefa Hec Yûsif di daxuyaniya xwe ya ku da AAyê da wiha got, "Di êrîşa asîmanî ya dijî navçeya Xan Şêxûnê ku di nava herêma kêmkirina şer Îdlibê da ye da 3, li gundê El Hebîtê yek, bi tevahî 4 sivîl hatin kuştin, 6 jê jî birîndar bûn."
Li çoltera li başûrê Îdlibê gundên El Rafe û Um Helahil û herwiha çoltera Hemayê jî duh danê nîvro rastî êrîşên asîmanî hatibûn. Dîsa topxaneyan jî navçeya Cisr eş-Şuxûr dabûn ber topan.
Rejimê di 25ê sibatê da jî Cisr er-Şuxûr û Kefer Zîta kiribûn hedefa xwe.
Di biryara KENYê ya ku di 24ê sibatê da hat wergirtin da daxwaz hatibû kirin, ji bo ku li seranserê Sûriyeyê alîkarî bi awayekî "bêasteng, bênavber û ewle" bên kirin û "nexweş û birîndarên ku rewşa wan giran e" bên texliyekirin, divê hemû alî "bêyî ku dereng bimînin" 30 rojan şer û pevçûnan rawestînin.