09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê der heqê sazkarên referanduma nemeşrû ya rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da miemeleya hiqûqî da destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji Serokwezîriya Iraqê, Lijneya Ewlekariya Neteweyî li Bexdayê di bin serokatiya Serokwezîr Heyder el-Ebadî da civiya.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, karmendên ku referanduma li HKIyê pêk anîn, hatin tespîtkirin û herwiha der heqê van kesan da "miemeleya hiqûqî" hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku hin biryarên nû hatin wergirtin da ku rêveberiya li HKI û herêmên binîqaş derbasî hikûmeta federal bibe.
Di daxuyaniyê da dîsa hat diyarkirin ku hesabên bankeyê yên rayedarên li HKIyê ku dahata neftê jî di nav da ye, wê bên şopandin û wiha hat gotin, "Bi van gavan û biryaran va dahatên Iraqê wê bên îadekirin û wê kesên ku gendeliyê dikin bên şopandin."
Lijneya Ewlekariya Neteweyî ji xeynî vê, biryar da ku operatorên têlefonên mobîl jî derbasî kontrola rêveberiya Bexda bibin û herwiha navenda xwe bikişînin paytext Bexdayê.