28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
BAB
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed li başûrê Baba ku bi Hereketa Mertala Feratê hat bidestxistin, herêma tampon ava kir û hewl dide ku hereket li hember DEAŞê pêşve neçe.
Li gorî agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Babê komên terorîst yên aliyê rejim û artêşa Esed, di navbera hefteya dawî de li rojhilata Helebê ji başûrê navçeya Babê pêşve diçe û Tadîf di nav de 22 cih û war ji destê DEAŞê girt. DEAŞê li hember hêzên rejimê li ber xwe neda.

Di encama pêşveçûnê de artêşa rejimê û komên ku Îran piştgiriyê didê gihaştin Minbica di destê PYD/PKKê de.
Bi vê rewşê hêzên rejimê guzergaha ku diçe Reqayê birî. Hêzên rejimê ji bo ku pêşiya ASAyê bigirin di navbera DEAŞê û xwe de herêma tampon ava kir.