03 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
TURKMENDAGI
Çavkaniyên mixalif îdia kirin ku li herêma Çiyayê Tirkmen a li sînora Tirkiyeyê ya Sûriyeyê raserî civîna ku generalên ûris û ên rejimê hatin bal hev kirin û di raserê de 8 ji wan di asta generalê de 15 esker hatin kuştin.
Li gor agahiya ku çavkaniyên mixalif ên li Çiyayê Tirkmen duh ji bo ku li ser rewşa êrîşên li herêmê û plankirina wê hevdîtinê bikin, berêvarê dema ku hewa bi mij û moran bû, li cihekî di navbera herêmên Dûweyrîk û Selmayê bi beşdariya gelek generalên payebilind civîn hat kirin.
Mixalifên sûriyeyî raserî koma ku cihê wê hîn bûn kirin û di êrîşê de 4 jê ûris û 4 jê generalên rejima Esed 15 esker hatin kuştin.
Hat fehmkirin ku yek ji generalên ûris ên ku di êrîşê de mir, korgeneralekî ku navê wî "Yûrî" ye û êrîşên ser Çiyayên Tirkmen kordîne dikeye. Hat tespîtkirin ku 3 generalê ûris ên din jî di asta tuggeneralê de ne.
Hat tespîtkirin ku navê generalên rejimê yên ku di rasera mixalifan de mirin wiha ne: "Tuggeneral Amîd Munzur", "Tuggeneral Elî Cabîr", "Tuggeneral Elî Umran". Dîsa hat tespîtkirin ku navê fermandarekî rejimê yê ku di asta tuggeneralê de ye "Ednan" e.
Li herêma Çiyayê Tirkmen ê bajarê Lazqiyeyê ya ku li sînorê Tirkiyeyê ye di van hefteyên dawîn de hêzên rejimê bi piştgiriya bombebarana hêzên hewayî pêş ketibûn.