Fatih Gazioğlu
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAT / ANKARA
Li Xûtaya Rojhilat ya dorpêçkirî di êrîşên rejima Beşar Esed de li gor agahiyên ewil 25 sivîl hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrên AAyê yên li Xûtaya Rojhilat radigihînin, rejima Esed û alîgirên wê îro jî êrîş birin ser Haresta, Dûma, Xamuriye, Sakba, Kefer Betna û Medyereyê herêmên Xûtaya Rojhilat.
Li gorî çavkaniyên Parastinê yên Sivîl, di êrîşên rejimê yên bibombeya warîlê yên li dijî bajaroka Kefer Batnayê da 22 sivîl hatin kuştin. Di êrîşa li ser Sakbayê de 2, li Xamuriye jî sivîlek hatin kuştin.
Birîndarên ku bi destê ekîbên Parastina Sivîl hatin xilaskirin jî li navendên tenduristiyê tên dermankirin. Ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe û herwiha êrîş bênavber dewam dikin.
Ji aliyê din ve li Xûtaya Rojhilat duh û pêr ji ber êrîşên rejima Esed û alîgirên wê 167 sivîl hatibûn kuştin.
Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, ji nîvî zêdetir zarok qedera 400 hezarî sivîl dijîn.
Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin dîsa jî rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana borî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acîl, bi hezaran nexweşên sivîl hene û li benda texliyeyê ne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû ew ji ber rewşa sivîlên ku hatin bombardûmankirin pir bi fikar in û pêdiviya 700 kesan bi texliyeya tibî heye.