Haydar Şahin
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku rejima Esed êrîşî êtîmxaneya li Xûtaya Rojhilatê ya ku ÎHHya Weqfa Alîkariya Mirovahiyê û Saziya Beytulzekatê ya Kuweytê mesrefên wê dabûn ser xwe kir, di êrîşê da zarokeke qîzîn a êtîm hat kuştin û bavê wê yê ku li êtîmxaneyê mamostetî dikir jî birîndar bû.
Di daxuyaniya ÎHHyê da hat diyarkirin ku li Sûriyeyê rejima Beşar Esed ji hewayê ve êrîşî êtîmxaneya ku ji vir 13 meh berê li Xûtaya Rojhilat a di dorpêça rejimê da hatibû avakirin kir, di êrîşê da êtîmxane bû kavil.
Di daxuyaniyê da cî dan fikr û ramanên Erhan Yemelekê Kordînatorê Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHyê, Yelemek diyar kir ku ji vir 3 meh berê jî êtîmxane kiribûn hedef.
Yemelek destnîşan kir ku bombe di ser hewşa êtîmxaneyê da ket û wiha pê da çû:
"Beriya êrîşên teyareyan xwendekarên me dadixistin sipartgehan ji ber vê di êrîşên berê da xwendekarên me xilas bibûn. Me di demekê kin da xisara avahiyê temîr kir û dîsa vekir. Di encama êrîşa dawîn da êtîmxane bû xirabe. Li vê derê 50 zarokên me yên êtîm hebûn. Ji ber ku rejim her tim ji hewayê bombeyan dibarîne me zarok neqlî herêmeke ewledar kirin. Piştî neqlê carekê dîsa êrîşî avahiya me kirin û wêran kirin. Mixabin di dema êrîşan da mamosteyekî me birîndar bû û qîza wî ya êtîm hat kuştin."
Li Xûtaya Rojhilatê ya di kontrola mixalifan da kêmzêde 400 hezar sivîl dijîn. Di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilatê wekî herêma kêmkirina ragêşiyê hatibû îlankirin lêbelê rejima Esed a ku garantorê wê Rûsya ye ji nîsanê pê va dorpêça li ser herêmê giran kir û di van demên dawîn da jî êrîşî herêmê dike.
Zeyd Raed el-Huseynê Komîserê Payebilind ê Mafên Mirovan a NYyê duh diyar kiribû ku ji 4ê sibatê vir da di êrîşên li ser Xûtaya Rojhilatê da 346 sivîl hatin kuştin û 878 sivîl jî hatin birîndarkirin.