Türkan Tosun
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 23 Sibat 2018
BRUKSEL
Civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) wê sibê li Bruksela paytextê Belçîkayê bi beşdariya 27 serokên dewletan yên endamê Yekîtiya Ewropayê çêbibe.
Li gor bernameya civînê di destpêkê de wê behsa pergala Parlamentoya Ewropayê ya piştî Bretîxê û hilbijartina wê ya sala 2019an, mijara hejmara parlamenteran ya ji 751an daxistina 705an bê kirin.
- Budçe
Di civînê de wê behsa mijara budçeya YEyê ya heyama piştî sala 2020an bê kirin û li ser mijara Çarçoveya Malî ya Pirsalî bê sekinîn.
- Tirkiye
Li gor agahiya rayedarekî YEyê yê payebilind, li ser daxwaza Nîkos Anastasîadîs di civînê de wê behsa xebatên xaza siruştî ya Rêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr a li Behra Spî û berteka Tirkiyeyê ya li hember van xebatan bê kirin.
- Nameya vexwendinê ya civînê
Donal Tuskê Serokê Konseya YEyê beriya civînê ji serokên dewletên endamên YEyê re nameyek şand û got piştî ku Îngiltere ji Yekîtiyê derket hejmara parlamenteran normal e ku bê kêmkirin û şûna wan parlamenterên welatên nû yên ku bibin endam divê bên hilbijartin.
Tusk di nameyê de got diyarkirina namzedên nû, hejmara endaman, budçeya piştî sala 2020an, rêlibergirtina koça dereqanûnî, xurtkirina parastin û ewlehiya Ewropayê mijarên sereke yên civînê ne.