Haydar Şahin
27 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê got teyîd kirin ku di êrîşa meha gulanê da birin ser Îdlibê rejima Beşar Esed sîlaha kîmyewî bi kar anî.
Pompeo di civîna çapemeniyê ya li New Yorkê hat lidarxistin da wiha axivî: "Rejima Esed berpirsyarê gelek zilmên ku hinekên wan wekî sûcê dijî mirovahiyê û şertên nirxandine. Ez îro eşkere dikim ku Amerîkayê dît ku rejima Esed di êrîşa 19ê gulanê da (êrîşa li ser Îdlibê) sîlaha xaza klorînê bi kar aniye."
Pompeo got ku êrîşa Esed a gulanê cuda ye lewra di vê êrîşê da wekî sîlaha kîmyewî xaza Klorînê bi kar anî, Trump hewleke mezin dide ku li dinyayê sîlahên kîmyewî neyên bikaranîn.