Haydar Şahin
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
BEYRUT
Muîn el-Merabiyê Wezîrê Berpirsyarê Karên Penaberan ê Libnanê diyar kir ku di çarçoveya xebatên li ser kesên dixwazin bi dildarî vegerin welatê xwe da lîsteya navan didin rejima Esed û got, "Lêbelê rejima Esed piraniya penaberên dixwazin vegerin qebûl nake."
Wezîr Merabî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku meqamên Libnanê di çarçoveya xebatên li ser welatiyên Sûriyeyê yên dixwazin bi dildarî vegerin welatê xwe da lîsteya navan didin rejima Esed lêbelê rejim piraniya penaberên dixwazin vegerin red dike û ji ber vê jî hejmara kesên vedigerin Sûriyeyê zehf kêm e û dibe ku vegera penaberan a welatê xwe bi salan dewam bike.
Merabî bal kişand ku hetanî şerê li Sûriyeyê bi dawî nebe, çareseriyeke siyasî neyê dîtin mimkun nîne ku tevahiyê penaberan vegerin welatê xwe û wiha pê da çû: "Rejima Esed demografiya li welêt diguherîne. Penaberên ji Sûriyeyê yên li Libnanê şervan an jî endamê komeke din nînin, sivîl in. Sîlahên van kesên ji şer revîne tunene û naxwazin şer bikin. Bi tenê derdekî wan heye, ew jî ji sûcên li Sûriyeyê tên kirin birevin û ji xwe ra ciyekî ewle bibînin."
Wezîr Merabî diyar kir ku penaberên ji Sûriyeyê bi piranî dixwazin vegerin lêbelê ditirsin ku rejima Esed wan bişîne eniyê da ku şer bikin.
Merabî koça di dema şerê navxweyî yê Libnanê (1975-1990) û piştî bidawîbûna şer vegera merivan wekî mînak nîşan da û destnîşan kir ku ji bo penaber vegerin welatê xwe dibê şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û çareseriyeke siyasî were dîtin.
- Mitebeqata Soçiyê
Wezîr Merabî bal kişand ser lûtkeya 17ê îlonê ya li Soçiya bajarê Rûsyayê di navbera Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn da hat kirin û got, "Mitebeqata Soçiyê ji bo krîza Îdlibê bû çareseriyeke serkeftî. Temeniya me ew e ku mitebeqat bê pirsgirêk bidome û mayînde be."
Merabî mitebeqata piştî Lûtkeya Soçiyê derkete holê wekî xebata însanî ya girîng a Tirkiyeyê hat qeydkirin û wiha xivî:
"Mitebeqata Soçiyê nebûya li herêmê ew ê êrîşên bibûna sedema kuştina bi sedan hezarî sivîlî wê çêbûna. Wekî mayîn bi milyonan kesî wê xwe bisparta Tirkiye, Urdin Libnanê."
"Rejim demografiyê diguherîne"
Wezîr Merabî diyar kir ku rêveberiya Esed 20 milyonê wan mixalif bi tevahî Sûriyeyeke 30 milyonî naxwaze, welatekî serjimara wê 10 milyan a girêdayî xwe dixwaze û wiha pê da çû: "Rejim ji bo demografiya li Sûriyeyê biguherîne bi sedan hezarî, bi milyonan kesan tîne welêt û di dewsa kesên bûne penaber da bi cî dike."