Nihat Kavşut
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
XUTAYA ROJHILAT/ANKARA
Hêzên rejima Beşşar Esed li Xûtaya Rojhilat ku 5 sal in di bin dorpêçê da ye navçeya Harestayê bi operasyonên ji beja û esman va wêran kirine û xelkê herêmê di nav tirsê da heyata xwe berdewam dike.
Xûtaya Rojhilat ya li rojhilatê paytext Şamê qederê 5 sal in di bin dorpêça rejima Esed û alîgirên wê da ye.
Rejim û alîgirên wê ji beja û esman va êrîşî herêma di destê mixalifan da dikin.
Li dijî Harestaya navçeya Xûtaya Rojhilat ji 14ê mijadara 2017an vir va êrîşên curbecur tên kirin.

Ji ber êrîşan hin malbat koçî herêmên ewle kirine, lê kesên ciyên pê da herin tuneye di sitargehan da heyata xwe berdewam dikin.
Her çiqas hêzên rejimê ji bona êrîşan îdia bikin ku di hedefê da herêmên "terorîstan" heye jî ji wêneyên hatine kişandin eşkere dibe ku di hedefa bombebaranê da sivîl hene. Ji wêneyan eşkere dibe ku mal xera bûne û li kuçeyan kêm sivîl mane.
Zarokên li Xûtaya Rojhilat li bendê ne ku êrîş biqedin û di nav ewlehiyê da dest bi dibistanê bikin.
Sivîlên li navçeyê dijîn digel êşa dikşînin heyata xwe di nav dengên bombeyên rejimê û nûçeyên kuştinê da derbas dikin.

- 2 hezar û 700 malbat di siragehan da dijîn
Husam Beyrûtiyê Serokê Meclisa Herêmî ya Harestayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber ku hêzên rejimê di nav 3 mehan da hin herêman wenda kirin û ketin destê mixalifan tola wan bi bombekirina sivîlan hildide. Rejim û hin herêmên eskerî nêzî me ne û loma jî timî em di hedefê da ne. Hêzên rejimê Harestayê bi çekên giran bombe kirin û wêran bû. Li navçeyê 2 hezar û 700 malbat ji ber êrîşan di sitargeh û bodroman da dimînin."
Beyrûtî destnîşan kir malbatên di sitargehan da di rewşeke dijwar da dijîn û got ku gelek malbat nikarin alîkariyê bistînin û xebatên xizmetên tenduristiyê baş nameşin.
Husam Beyrûtî diyar kir gelek malbat ji ber êrîşan koç kirin û wiha got: "3 meh ewil li navçeyê 3 hezar û 900 malbat hebûn, qederê hezar 200 malbat koçî herêmên din kirin."
- Di nav 3 mehan da qederê 166 sivîl hatin kuştin
Beyrûtî destnîşan kir li gor rapora Meclisa Herêmî ya Harestayê ya heyama 14ê mijdara 2017-7ê sibata 2018an di nav 3 mehan da ji ber êrîşên rejimê 13 jê zarok 166 sivîl hatin kuştin û got li gor raporê di sitargehan da 10 hezar û 800 kes dijîn.
Navçeya Harestayê wekî herêm û navçeyên din yên Xûtaya Rojhilat 5 sal in di bin dorpêçê da ye.
Hêzên rejimê ji 14ê mijdarê vir va Xûtaya Rojhilat ya herêma kêmkirina aloziyê ye bombebaran dikin.