Türkan Tosun
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
BRUKSEL
Alîkarê Serokê Yekemîn ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Frans Tîmmermans got: "Dema hûn tevgerên hikûmeta Îsraîlê rexne dikin, hema wekî antîsemîtîk tên nirxandin ku ez vê qebûl nakim."
Timmermans di civîna çapemeniyê ya Komîsyona YEyê da behsa çareseriya dudewletî ya di navbera Îsraîl û Filistînê da kir û got Îsraîl li dijî qanûnê cih û avahiyan çêdike û ev di rojeva civaka navneteweyî da tê axaftin.
Tîmmermans wiha axivî: "Yên ku îdia dikin rexneyên min ji ber antîsemîtîzmê ye wê tu carê nikaribin rê li ber min bigrin ku ez hikûmeta Îsraîlê rexne nekim. Ev rexneya wan bi giştî bêmantiq e. Dema hûn tevgerên hikûmeta Îsraîlê rexne dikin, hema wekî antîsemîtîk tên nirxandin ku ez vê qebûl nakim. Heqê her kesî heye ku hikûmeta Îsraîlê rexne bike."