Abdullah Tel
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Hat ragihandin rêveberiya Yêmenê ji bo sepandina Peymana Riyadê ya ku bi Konseya Berwext a Başûr a cudaxwaz ra hatibû îmzekirin, bi biryar e.
Midûrê Ofîsa Serokomariyê Ebdullah el-Alimî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Ji bo sepandina peymanan heta ku biryardarî, îrade û wêrektî tunebe ew bi tenê li ser kaxizê dimînin. Hikûmeta Yêmenê di mijara sepandina Peymana Riyadê da bi biryare."
Alimî ragihand ku di mijara sepandina peymanê da tecrubeyên serfirazî yên gelê Yêmenê tunene lê digel vê ev peyman bi hêviya ku rê li ber dubendiyan bê girtin û di qada yekîtiyê da jî lihevkirin pêk bê bibe destpêk.
Di berdewamiya nivîsa xwe da Alimî destnîşan kir ku di mijara sepandina peymanê da gelê Yêmenê ji rêveberiya Erebistana Siûdî hêvîdar e.
Peymana di navbera hikûmeta Yêmenê û Konseya Konseya Berwext a Başûr a cudaxwaz ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb piştevaniyê didê da bi hêviya dawî li qeyranan bîne duh li Riyada paytextê Erebistana Siûdî hatibû îmzekirin.