Fatih Gazioğlu
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên esmanî yên Rûsyayê yên li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.
Mala çavdêriya balafiran ya mixalifan ragihand ku Rûsyayê duh bi şev êrîşên esmanî birin ser Marretînnumana navçeya Îdlibê, gundên Şînan û Maarşurînê yên di nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ne.
Midûrê Nexweşxaneya Zarok û Jinan ya Îhlasê Dr. Zuheyr Karrat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku balafirên şer duh bi şev du caran êrîş bıirin ser nexweşxaneyê û wiha axivî:
"Di êrîşê da ji sedî 80yê nexweşxaneyê xirab bû. 2 xebatkarên me birîndar bûn. Li ser êrîşê me pitik û nexweşên din tehliye kirin."
Piştî êrîşê tîmên Parastina Sivîlan (Kumspî) gihiştin nexweşxaneyê û şewatê li avahiyê derketibû temirandin.
Ji serê vê hefteyê vir va hejmara sivîlên di êrîşên esmanî da hatin kuştin gihîşte 12an.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Ji herêma navborî ji mitabaqata Îdlibê ya di 17ê îlona 2018an da hat îmzekirin vir va nêzî milyonek sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.