Türkan Tosun
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Rêvebiriya Amerîkayê li hemberî mirina Mihemed Mursiyê Serokomarê hilbijartî yê ewil ê Misrê bêdeng ma.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Morgan Ortagus li wezaretê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên rojnamevanan bersivandin.
Di civînê da dema der barê mirina Mursî da ji Ortagus pirs hat pirsîn Ortagus bi tenê got wî nûçeyên wefata Mursî dîtine û tu tişt negot.
Wezareta Karên Derva jî pirsa nûçegihanê AAyê bi nivîskî bersivand. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Haya me ji raporên dibêjin Serokomarê berê yê Misrê Mursî wefat kiriye heye û em rewşê dişopînin."
- Li salona dadgehê wefat kir
Mursiyê 67 salî yê ku li Misrê bi derbeya eskerî ji text hatibû daxistin dema bi îdiaya "sîxuriyê" dihat darizandin li salona mehkemeyê wefat kiribû.
Di sala 2011an da bi şoreşa gel va Husnî Mibarekê Serokomarê Misirê yê berê îstifa kiribû, di sala 2012an da hilbijartinên demokratîk hatibûn kirin û Mihemed Mursî bûbû Serokomarê ewil ê bi hilbijartinê hatiye wezîfedarkirin.
Ebdilfetah Sîsiyê Wezîrê Parastinê yê wê demê di 3yê tîrmeha 2013an da bi derbeya eskerî bûbû serokomar û Mursî ji wezîfeyê dûr xistibû.