Abdullah Tel
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku piraniya senaryoyên der barê gelê Kurd ên welatiyên Komara Tirkiyeyê li dervayî vê axê tên nivîsandin û wiha pê da çû: "PKK û yan jî rêxistineke terorê ya din ên li ser vê erdnîgariyê nikarin bigihêjin asta tayinkirina qedera Kurdan. Ji bo vê yekê ne Kurd, ne Tirk, ne jî wîcdan, tarîx û îrfana vê axa Anadoluyê destûrê dide. Bila tu kes li qisûrê mêze neke em rê nadin wan kesên ku bên û bibêjin 'Tirkiye mafên Kurdan nade, ji mafên ku Kurd qezenc dikin aciz e' ji bo vê yekê bila hêviya tu kesî tunebe."
Kalin beşdarî bernameya têlevizyona CNN Turkê bû û tevî nirxandinên mijarên di rojevê da bersiva pirsên jê hatin kirin jî da.
Berdevkê Serokomariyê Kalin li ser pirsa "Heke hûn operasyonekê bibin ser Qendîl û Şengalê ji wê cihêtir çi dikare bê kirin ku rêxistin bi tevahî ji holê rabibe? got ku li dijî rêxistinê operasyon bi biryar tê meşandin û wiha pê da çû: "Em wisa bawer dikin operasyonên dervayî sînor heta dewam bikin tevlî konjoktura herêmê hin encam wê derbikevin holê. Bendewariya me ew e ku cîranên me, mutefîqên me girîngiya vê meseleyê fehm bikin û gavên hewce dikin biavêjin."
Ji kalin hat pirsîn "Dema ev operasyon qediyan, YPG jî dev ji çekan berde û Kurd jî piştî vê operasyonê çekên xwe daynin aliyekî mirov dikare bibêje wê pêvajoya hevdîtinê ji nû va dest pê dike?" Kalin wiha bersiv da: "Hema bêjin hemû senaryoyên ku gelê Kurd ên welatiyên Komara Tirkiyeyê ne eleqedar dike li dervayî vê axê tên nivîsandin. PKK û yan jî rêxistineke terorê ya din ên li ser vê erdnîgariyê nikarin bigihêjin asta tayinkirina qedera Kurdan. Ji bo vê yekê ne Kurd, ne Tirk, ne jî wîcdan, tarîx û îrfana vê axa Anadoluyê destûrê dide. Bila tu kes li qisûrê mêze neke em rê nadin wan kesên ku bên û bibêjin 'Tirkiye mafên Kurdan nade, ji mafên ku Kurd qezenc dikin aciz e' ji bo vê yekê bila hêviya tu kesî tunebe."
Kalin destnîşan kir ku têkoşîna li dijî PKKyê eşkere ye lê Pêvajoya Çareseriyê jî di nav da her çiqas rêbazên nû emilandibin jî ew gavên nû yên salên ji hêla PKKyê va bi qestî hatine sabotekirin.
Di dawiya axaftina xwe da Kalin diyar kir ku di navbera gelên Tirk û Kurd da têkiliyên xurt çêbûne lê PKKya rêxistina terorê dixwaze vê peywendiyê serobin bike û rojeva xwe jî bi derewa ku ew rojeva gelê Kurd e va dixwaze bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin.