16 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2018
AZEZ
Li Efrîna ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ji îşxala YPG/PKKya rêxistina terorê rizgar kir, li dijî cihekî bazarê êrîşa bibombe hat kirin û tê da 4 sivîl hatin kuştin, ji 20î zêdetir sivîl birîndar bûn.
Li gor ragihandina nûçegihanê AAyê yê li herêmê, li bazara zerzewadan a ku li navenda navçeya Efrînê sivîl lê zêde ne wesayîta bombebarkirî hat teqandin.
Di êrîşê da 4 sivîl mirin, ji 20î zêdetir sivîl birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê li der û dorê tevdîrên ewlehiyê hildan, birîndar sewqî nexweşxaneyên herêmê kirin.
Hat ragihandin ku bi şideta teqînê va dikanên der û dorê jî xesar dîtin û ekîbên Parastina Sivîl (Baretspî) dest bi rakirina enkazan û temirandina agir kirin.
Her wiha li ser kolana Vîllayan a Efrînê wesayîteke bombebarkirî hat tesbîtkirin û beriya ku were teqandin ekîbên îmhakirina bombeyan berteref kir.
Li herêmên Ezaz û Operasyona Mertalê Feratê di êrîşên terorê yên navbera 12-13ê berfanbarê da 7 sivîl hatibûn kuştin, 49 sivîl birîndar bûbûn.