Abdullah Tel
03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2020
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî der heqê Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bû û di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî da û got: "Îran û neteweyên azad ên li herêmê bêguman wê heyfa vî sûcê giran ê Amerîkayê kir, hildin."
Rûhanî ji bo Qasim Silêmanî û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendisê ku li Balafirgeha Bexdayê di êrîşa helîkoptêrên Amerîkayê da hatin kuştin, peyama sersaxiyê weşand.
Di peyama xwe da Rûhanî got ku ew êrîş "zalimtî ye û tirsekî ye" û wiha pê da çû: "Ev rejîma dagirker a rê û rêzikên sereke yên hiqûqa navneteweyî bi hovane û dijî mirovahiyê binpê dike li ser rûpelên tijî şermezarî yên vî welatî deqeke din zêde kir."
Rûhanî sersaxî da miletê Îranê, Artêşa Mihafizên Şoreşê û malbatên kesên di êrîşê da can dan û destnîşan kir ku kuştina Silêmanî li ser biryara têkoşîna Îranê ya dijî Amerîkayê wê xwedî bandor nebe.
Di nirxandina xwe da Rûhanî got ku wê heyf li erdê nemîne û peyama xwe wiha domand: "Îran û neteweyên azad ên li herêmê bêguman wê heyfa vî sûcê giran ê Amerîkayê kir, hildin."
Wezareta Parastina Neteweyî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku General Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Fermandarê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el-Muhendis di êrîşa li Balafirgeha Bexdayê da hatin kuştin.
Artêşa Mihafizên Şoreşê jî pesend kiribûn ku general Silêmanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin.