Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku ew ê destûrê nedin ku sirên Îranê yên leşkerî û endustriyî bên eşkerekirin.
Rûhanî daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê û got ku lihevkirina Îran û dewletên 5+1ê serkeftinek e û wiha axivî: "Di peymana muzakereyên nukleer de serkeftina ku me bi dest xist ji xiyalê zêdetir bû. Em ê destûrê nedin ku sirên Îranê yên leşkerî û endustriyî bên eşkerekirin."
Rûhanî got ku ew ê zêdetir serkeftinan bi dest bixin û wiha dewam kir: "Hewcedariya me heye ku em uranyumê dewlementtir bikin. Em hewl didin ku projeya îxrackirinê ya xaza sirûştî jî biqede û em pişt re ji Iraqê re xaza sirûştî îxrac bikin."