Aliia Raimbekova
07 Îlon 2023•Rojanekirin: 07 Îlon 2023
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, hewldana êrîşa Ukraynayê ya bi dronan a dijî axa Rûsyayê hat têkbirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat destnîşankirin, derdora saet 03.00yan Ukraynayê li dijî xaka Rûsyayê bi 3 dronên cure firoke, êrîş pêk anîn.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku hewla êrîşê ya Ukraynayê hat têkbirin û wiha hat gotin, "2 jê li herêma Rostovê û yek jê li Ramenskiya navçeya Moskovayê bi tevahî 3 dronên Ukraynayê ji hêla pergalên parastina asîmanî va hatin têkbirin."