Önder Beyter
24 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2019
Serokê Servîsa Hevkariya Eskerî û Teknîkî ya Federal a Rûsyayê (FSVTS) Dmitriy Şugayev diyar kir ku Rûsya û Afrîkaya Başûr plan dikin ku bi hev ra çek û ekîpmanên eskerî bisêwirînin û çêbikin.
Şugayev li paytext Moskoyê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku Afrîkaya Başûr di warê pîşesaziya parastinê da welatê herî pêşketî yê Afrîkayê ye.
Şugayev herwiha got ku wekî Rûsya ew dixwazin di vî warî da hevkariya xwe ya ligel Afrîkaya Başûr zêdetir bikin û wiha axivî, "Em plan dikin ku ligel Afrîkaya Başûr çek û ekîpmanên eskerî bisêwirînin û çêbikin. Ev hilberîna navborî hem dê ji bo artêşên welatên me be û hem jî dê ji bo welatên sêyemîn ên eleqedar be."
Serokê şirketa dewleta Rûsyayê ya pîşesaziya parastinê Rosoboronexportê Aleksandr Miheyev di daxuyaniya xwe ya çendek berê da destnîşan kiribû ku ji sisêyan yekê portfoya îxracata çekan a şirketê ya bi 55 milyar dolarî ji welatên Afrîkayê pêk tê.