20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
KAZAN
Li Kazana paytexta Komara Xweser a Tataristanê ya li ser Federasyona Rûsyayê hosteyên darbirînê yên ji deverên cuda cuda di şampiyonaya Rûsyayê de ketin pêşbaziyê.
Di çarçoveya "Darbirîn-2015" Şampiyonaya Rûsyayê de beşdarvanên pêşbaziyê di warên cuda de hunerên xwe dan nîşan. Hosteyên darbirînê di van waran de pisporiya xwe dan nîşan; bi bireka benzînê ve bi awayê serserkî darbirîn, bi awayekî durist birîna dara welgerandî, herî zû guherandina zincîra birekê.
Di şampiyonayê de tîmên ji 27 herêmên cuda yên Rûsyayê digel hev ketin rikê. Di nava her tîmê de 3 profesyonel û ciwanekî cih girtin. Tataristan jî bi 2 tîman ve başdarî pêşbaziyê bû. Di roja dawîn de jî tîm di warê hilgirtina alayan de ketin pêşbaziyê.
Di pêşbaziyê de tîma herêma Kareliyayê bû yekemîn, ya Komara Xweser a Tataristanê bû duyem û ya Komara Çûvaşistanê jî bû sêyem.
Tîmên ku di şampiyonayê de bi ser ketin dê beşdarî 32yemîn Şampiyonaya Darbirînê ya Dinyayê ya ku dê di 2016an de li Polonyayê were lidarxistin, bibin û dê Rûsyayê temsîl bikin.