Türkan Tosun
01 Sibat 2021•Rojanekirin: 02 Sibat 2021
Rûsyayê 250 esker û Hizbullahê jî 150 milîtan şandin Qamişloya bajarê Sûriyeyê ya ku rejima Esed û YPG/PKKya rêxistina terorê lê pev diçin.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bidest xist, Rûsyayê di nav 10 rojan da hêzeke ji 250 eskeran pêk tê şande bajarê Qamişloyê, Hizbullahê jî 150 milîtan şande bajêr û ew li baregeha hêzên rejimê bi cih bûn.
Ji hêla din artêşa rejima Esed jî perwerdeya çekên giran dide milîsên Şebîhayê
YPG/PKKya rêxistina terorê li bajarên Heseke û Qamişloyê cihên ewlehiyê yên eskerî yên rejima Esed dorpêç kiriye.
Duh li bajarê Hesekeyê di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed pevçûn çêbûbû, eskerekî rejimê hatibû kuştin.