Haydar Şahin
23 Tebax 2019•Rojanekirin: 24 Tebax 2019
Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê got, "Li gor şert û mercan ji bo asta tehdîda Amerîkayê analîz bikin û tevdîrên berfireh hildin min telîmat da Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Derva û saziyên eleqedar ên din."
Putîn di civîna Konseya Ewlekariyê da bi destê Amerîkayê ceribandina fuzeyên pîvaneka navîn ên di çarçoveya Peymana Hêzên Nukleerê yên Menzîla Navîn (INF) da hatine qedexekirin nirxand.
Putîn bi bîr xist ku Amerîkayê berê li Romanya û Polonyayê sîstemên avêtina fuzeyan a MK-41ê bi cî kiribûn û wiha pê da çû: "Eşkere ye ku peyman tê binpêkirin, mimkûn nîne ku ji bo vê îtiraz bikin. Wan bi xwe ev eşkere kirin. Amerîkayê fikarên ku me berê diyar kiribûn piştrast kirin."
- "Li ser berjewendiyên me yên bingehîn tesîrê dike"
Putîn îdia kir ku Amerîka pîlan dike li hin herêmên dinyayê fuzeyên di çarçoveya Peymana INFyê da hatine qedexekirin bi cî bike û wiha axivî: "Rayedarên Amerîkayê diyar dikin ku ew ê sîstemên teze li Asya-Pasîfîkê bi cî bikin. Li ser berjewendiyên me yên bingehîn tesîrê dike, lewra ev herêm li nêzî sînorên Rûsyayê ne."
Putîn bal kişand ku Rûsya naxwaze têkeve pêşbaziya sîlahan a zorê dide aboriyê lêbelê ew ê pêkanîna ewlehiya welêt bidomînin.
Putîn wiha pê da çû:"Li gor şert û mercan ji bo asta tehdîda Amerîkayê analîz bikin û tevdîrên berfireh hildin min telîmat da Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Derva û saziyên eleqedar ên din."