18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
WASHINGTON
Wezareta Bergiriyê ya DYAyê (Pentagon) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê êrîşî mixalifên ku DYA piştgiriyê dide wan, kirin.
Rayedarekî payebilind ê Pentagonê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, destnîşan kir ku do balafirên şer ên Rûsyayê li nêzî al-Tanfa li başûrê Sûriyeyê êrîşî mixalifên ku DYA piştgiriyê dide wan û li dijî DAEŞê şer dikin, kirin.
Rayedarî diyar kir ku balafirên Rûsyayê ev demeke dirêj e nayên başûrê Sûriyeyê û got ku li herêma êrîş çêbû ti leşkerên Rûsya û Sûriyeyê tunene û wiha dewam kir: "Êrîşên dawîn ên Rûsiyayê der barê niyeta Rûsyayê da dibe sedema metirsiyê. Em dixwazin Rûsya der barê êrîşên xwe da daxuyanî bide û cardin êrîşên wiha dubare nekin."