Elif Irmak
27 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Andrey Krasovê Alîkarê Serokê Komîteya Parastinê yê Dumaya Şaxa Parlementoya Rûsyayê diyar kir ku agahiyên dibêjin Rûsyayê balafira şer sewqî Libyayê kiriye rast nînin û got ku "Çîrokeke tirsê ya din a Amerîkayê ye. Ev agahiyeke şaş û sexte yên wekî ku birêvebiriyên berê yên Amerîkayê jî kirbûn e."
Krasov daxuyanî da Înterfaksa ajansa nûçeyan a Ûris û daxuyaniyên Fermandariya Hêzên Afrîkayê yên Amerîkayê (AFRICOM) ên dibêje li Rûsyayê balafira şer şandiye Libyayê nirxand.
Krasov behs kir ku Rûsya piştgiriyê dide rawestana şîdeta li Libyayê û bangî hemû aliyan dike ku mizakereyê bikin û got ku "Agahiyên dibêjin ku Rûsyayê balafira şer sewqî Libyayê kiriye rast nînin û got ku "Çîrokeke tirsê ya din a Amerîkayê ye. Ev agahiyeke şaş û sexte yên wekî ku birêvebiriyên berê yên Amerîkayê jî kirbûn e."
Di daxuyaniya nivîskî ya AFRICOMê da hatibû diyarkirin ku Rûsyayê balafira şer şandiye Libyayê û dibe ku Moskova li peravên Libyayê sehaya asîmanî asê bike.