İbrahim Atmaca
11 Mijdar 2019•Rojanekirin: 12 Mijdar 2019
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çatakli got, "Serê sibê li Navenda Paşveşandinê ya li Tirkiyeyê piştî kutakirina kar û baran şervanekî terorîst ê biyanî yê Amerîkayê bi destê Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin."
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Çatakli ku berpirsê Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) û Koçberiyê ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di çarçoveya daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yên hefteya borî da îro îadekirina şervanên terorîst ên biyanî dest pê kir.
Çatakli diyar kir ji serê sibê pê va karên paşveşandina hin şervanên terorîst ên biyanî kuta bûn û wiha dewam kir:
"Serê sibê li Navenda Paşveşandinê ya li Tirkiyeyê piştî kutakirina kar û baran şervanekî terorîst ê biyanî yê Amerîkayê bi destê Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin. Îro 3 şervanên terorîst ên biyanî wê werin dersînorkirin. Bernameya seyahatê ya 7 şervanên terorîst ên biyanî yên bi eslê xwe Alman in û li navendên paşveşandinê dimînin, hat çêkirin û wê di 14ê mijdarê da werin dersînorkirin."