Ahmet Aydın
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2020
Konferansa li Berlîna paytexta Almanyayê bi mebesta destpêkirina agirbesta mayînde û pêvajoya siyasî li Libyayê, hat lidarxistin, qediya.
Konferansa ku bi daweta Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel hat lidarxistin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî tê de kir, ji 4 seatan zêdetir ajot.
Hat hînbûn ku di dema konferansê de li odeyeke din Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel her yek ji Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompoe, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (NY) Ursula von der Leyen cihê civiyaye.
Şansolyeya Almanyayê Merkel got, ''Konferansa Libyayê ji bo hewlên NYê yên Libyayê bû piştek. Em li ser planeke berfireh li hev hatin. Ji bo pêkanîna komîteyeke 5+5 a kesî ya eskerî nav hatin dayîn."