Türkan Tosun
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2020
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo hatin bal hevdu.
Çavuşogluyê ji bo ku beşdarî Konferansa Libyayê bibe li Berlîna paytextê Almanyayê ye, li vir bi hemtayê xwe Pompeo ra hevdîtinek kir.
Der barê hevdîtinê da Çavuşoglu li ser Twîtterê peyamek weşand.
Wezîr Çavuşoglu wiha got: "Em bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ra li ser Konferansa Libyayê û têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê axivîn. Ji bo agirbesta mayînde ya li Libyayê û pêvajoya siyasî em bi hemû aliyan ra hevdîtinan dikin."