Haydar Şahin
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
HELEB
Li Sûriyeyê piştî ku rejima Esed bi piştriya êrîşên ji hewayê yên Rûsyayê û ya şervanên ku Îran piştgiriyê dide wan va Heleb bi dest xist li bajêr xeterî zêde bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li navenda bajêr da, komên girêdayî rayedarên îstixbaratê û karsazên nêzîkî rejimê yên ku bi navê Şebîhayê tên zanîn di meha borî da karên dereqanûnî zêde kirin û bi sedan malên ku hatine terkirin talan kirin.
Şebîhayan malên ku di tehliyeya Helebê da hatibûn terikandin talan kirin û di ser hin malan da girtin.
Polêsên rejima Esed midaxeleyî van şebîhayan nakin û ev jî tê dîtin. Hêzên ewlekariyê yên girêdayî rejimê bi sedan giliyên li dijî şebîhayan piştguh dikin.
Koma Anacrayê ya ku ji şebîhayan pêk tê li Seyfud Dewleta taxa Helebê gelek xanî dagir kirin. Li ser giliya gelê ku dixwaze vegere malên xwe polês hatin taxê, ji ber ku şebîhayan gotin ku ew ê sîlahan bi kar bînin paşda vegeriyan.
Nûçegihanê AAyê bi xwediyên fabirqeyên li taxa Şêx Necarê ra axivî û karsazan gotin ku El-Fahara koma şebîhayan ji wan xeracê distîne. Wek mayîn hat ragihandin ku heman kom ji ajokarên ku bar tînin Helebê jî pereyê derbasbûnê distîne.
Hat ragihandin ku koma El-Faharê bihayê amûrên pilastîk ên fabirqeyan bi xwe eşkere dike, ji wan dikire û bi 2-3 qatî zêdetir difroşe, xwediyên fabirqeyan giliyê polêsan kirin lê belê tiştek bi dest nexistin.
Komên ku li navenda Helebê wek çeteyên sûc tev digerin gelek seraf jî şêlandin. Şebîhayan hin xwediyên dikanên serafiyeyê kuştin, hinek jî kutan û dest dan ser malên wan.
Ji vir çend hefte berê şebîhayan li taxa Heleba Teze êrîşî esnafekî ku dikana xwe kilît dikir kirin, 40 zêrên wî zeft kirin û paşê jî esnaf kuştin.
Komên şebîhayan yên ku hin caran bi hev ra şer dikin herî zêde taxa Zehrayê ya li rojhilat û rojavayê Helebê derdikevin talanê.