ANKARA
Serokê Meclisa Iraqê Usame el-Nuceyfî peşî bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re û paşê jî di derengê şevê de bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re re hate bal hev. Nuceyfî piştî hevdîtinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî:
"Piştî ziyareta min Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek hate Bexdayê. Piştre jî wezîrên karên derve yên herdu welatan çûn û hatin. Piştî vê Serokwezîrê Iraqê dê bihata Enqereyê."
Nuceyfî li ser hevdîtina bi Serokwezîr Erdogan û Davutoglu sekinî û got ku di hevdîtinê de der barê hilbijartina Iraqê ya ku dê 30yê nîsanê de çêbibe, mijarên herêmî, rewşa Iraqê ya herî dawîn, operasyonên El- Anbarê, mijara neftê û li ser terorê de axivîne.